Tabûya Kurdî, lîstikek e ku mirov kom dibin, (herî kêm 4 kes lê eger hûn 3 kes jî bin kesek dikari bibe şekbelaş ) hûn peyva sereke ya li ser kartê ji hevalên xwe re şîrove bikin, lê hûn nikarin peyvên qedexe yên di bin peyva sereke de bikar bînin.
Eger hevalê we ev peyv zanî hûn serdikevin. Eger hûn peyveka qedexe bikar bînin, wî demî hûn têk diçin û butona “Taboo” ditikînin. Bi qasî wextê we heyî de, divê hûn hewl bidin herî zêde peyva bizanin.
Lîstika Tabûya Kurdî
(Kurmancî / Zazakî)
Kom bibe û xweş civateke kurdî dayne bi Tabûya Kurdî





Hin Taybetmendiyên Tabûya Kurdî
Du Zarave
Tabûya Kurdî, bi du zaraveyên kurdî hatiye çêkirin: Zazakî/Dimilkî û Kurmancî. Ji aliyê Zazakî ve jî Tabûya Kurdî lîstika ewilî ye.
Hêjmara Peyvan
Tabûya Kurdî, bi giştî di ser 1000 peyvan re di nava xwe de dihewîne.
Pirr Platformî
Tabûya Kurdî hem di App Store hem jî Google Play Storeê de weşiyaye. Bi vî awayî, çi Android çi IOS/MacOS be jî sîstema we, hûn dikarin bigihin Tabûya Kurdî.